Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdun bo Protestokirina Îsraîlê Balyozê Xwe Paşve Dikişîne


Wezîrê Derve yê Urdunê Ayman Safadî
Wezîrê Derve yê Urdunê Ayman Safadî

Hikûmeta Urdunê, jibo protestokirina bernedana du hemwelatîyên wê ji alîyê Îsraîlê ve, balyozê xwe yê li wî welatî paşve kişand.

Urdun dibêje ku hemwelatîyên wê Hiba Labadi û Abdul Rahman Miri, çend meh in ku bi awayê neqanûnî hatine desteser kirin.

Wezîrê Derve yê Urdunê Ayman Safadî got ku hikûmeta Îsraîlê ji jîyana Labadî û Miri berpirs e jiber ku rewşa saxlemîya wan gelek xirab bûye.

Cîgira wezîrê derve yê Îsraîlê Tzipi Hotovely got ku her du kes jiber gumanên girêdayî ewlekarîyê desteserkirî ne, lê wê ti hûrgilîyên din nedan.

XS
SM
MD
LG