Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdun û Rûsya Wê Ser Başûrê Sûrîyê Hevdîtinan Bikin


Penaberên Sûrî diçin Urdune (Arşîv)
Penaberên Sûrî diçin Urdune (Arşîv)

Wezîrê Derve yê Urdunê Ayman Safadî îro Duşemê got ku Urdun û Rûsya wê li ser agirbesteke li başûrê Sûrîyê danûstandinan bikin ku dikare rê li ber vegera bi deh hezaran penaberên Sûrî veke.

Safadî li paytext Ammanê got ku ewê roja Sêşemê here Moskowê ku Çarşemê ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov hevdîtinên fermî bike.

“Di hevdîtinan de emê li ser afirandina bingehên li ser erdê bipeyîvîn ku gel bikaribe bi ewlehî vegere gund û bajarên xwe,” Safadî got.

Hêzên hikûmeta Sûrî ku Rûsya piştgirî li wan dike, dest bi operasyoneke mezin kiriye ku başûrê rojavayê welêat ji serhildayan paqij bikin.

Neteweyên Yekbûyî îro ragihand ku, bi kêmî ve 270,000 kes heta niha derbider bûne û piranîya wan çûne herêmên hevsînora Urdunê Girên Golan ya bin kontrola Îsraîlê.

Neteweyên Yekbûyî dide zanîn ku Urdun dora 650,000 penaberên Sûrî yên tomarkirî dihewîne û di xembar e ku operasyoneke dirêjdemî dikare bibe sedema pêleke nû ya penaberan.

Hikûmeta Urdinê ragihand ku ewê sînorên xwe ji penaberên nû re veneke û Îsraîlê jî bi heman awayî fikara xwe li ser hatine penaberên nû ragihand.

XS
SM
MD
LG