Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirîyên Lehîyên Ruha û Semsûrê Giheşt 18 Kesan


Roja Çarşemê li Ruha û Semsûrê piştî baranên boş lehî rabû.

Li Riha 16 li Tût ya Semsûrê jî 2 kesên li ber lehîyê ketin canên xwe ji dest dan.

Jêderên herêmî didin zanîn ku xebatên bo lêgerîna 3 kesan didomin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku erdhejên Meraşê yên Sibatê bandor li Ruha û Semsûrê jî kiribûn ku bi lehîyên rabûne jîyana li çadiran dijwartir bû.

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) hişyarîyê dide ku metirsîya lehîyan li herêmê hîn jî didome.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG