Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayhan Urmiye: Huner Dikare Mirovan Rizgar Bike


Ayhan Urmiye
Ayhan Urmiye

Penaberî û dûrbûna neçar ji xak û neştumanê mirov, dihêle ku mirov mijûlê xwe bibe û bi rengekî din xwe bide naskirin, gellek caran neyînî ye û hin caran jî erînî ye ku dibe berhem û afirandin di destê behremendan de.

Nivîskar û derhêner Ayhan Urmiye yek ji wan kesên ku penaberiya xwe kiriye hêlîna afirnadinek cuda û balkêş.

Ew ji sala 2018an ve li kampeke penaberan li Almaniya dijî, û ji dema ku ew lê bi cî bûye 2 Filim çêkiriye û wekî din jî pirtûka çîrokên kenok bi zimanê Ingilîzî derxistiye bi navê Pisîk Çayê Venaxwin. Ev pirtûk danûstendinên Ayhan bi piskîkek alman bi nav Hans re ye, ku hevaltiyek di nav wî û Hans de çêdibe û di nav axeftinên wan de gellek pirsên jiyan, siyaset, penaberî, felsefe û hin tiştên din tên ziman.

Ayhan do sala 1986an li gundewarên Urmiye ji dayik bûye. Ji gênciya xwe ve, ket nav xebatên çand û hunerî li bajarê Urmiye û endamekî çalak bû di navendna Ehmedê Xanî de û ji ber van xebatan ji Urmiya reviya û çû Wanê û li wir jî xebatên xwe berdewam kir , ji sala 2018an ve li Almaniya penaber e.

Ji bilê van xebatên Ayhan , ew li ser kenala xwe ya YouTube programekê bi navê îro Show amade û pêşkêş dike, ku tê de bi rengekî henek rexneyan li civatê û siyasetê dike.

Ayhan dibêje ku baweriya wî bi henekan tê ku ew şêwaza herî baş e bo gîhandina peyamên baş û erînê û ya din jî ku dilê mirovan xweş dike.

Deng û Reng-Ayhan Urmiye-Mon-06-06-2022-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG