Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ursula von der Leyen: Amerîkî û Ewrupî Dostên Baş In


Serokê Amerîka Donald Trump û Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen li Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davos ya Swîsreyê kom bûn.

Trump ser hevdîtina bi Ursula von der Leyen re got ku ‘’Pir baş derbaz bû’’ û dîyar kir ku Amerîka dê bala xwe bide ser buhakirina baca gumrukê ya bo karên otomotîvê.

Von der Leyen jî da zanîn ku Amerîkî û Ewrupî ‘’dostên baş’’ in û ew dê xwe bispêrin wê dostanîyê.

Wê bi berdewamî dîyar kir ku hîn mijarên divê ew li ser nîqaş û danûstandinan bikin hene.

Karbidestên Ewrupî di rojên borî de ser gumana buhabûna baca gumrukê ya karên otomotîvê bertekên tund nîşan dabûn.

XS
SM
MD
LG