Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amerîkî li Rojhilata Sûrîyê Du Endamên DAIŞ'ê Girtin


Fermandarîya Navendî ya Leşkerî ya Amerîkî (CENTCOM) bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên wê li rojhilata Sûrîyê du endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtine.

Berdevkê CENTCOM'ê Kolonel Joe Buccino dîyar kir ku serdegirtin pêr Şemîyê çêbûye.

Buccino sîvîlek di dema êrîşê de bi sivikî birîndar bûye û ew jî li navendeke tibî ya nêzîk hatiye derman kirin.

Li gor ragihandina CENTCOM'ê di serdegirtinê de hêzên hevkar jî hebûne ku ew vê gotinê bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi kar tîne.

Derbarê serdegirtinê heta niha zêdetir agahî nehatiye dayîn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG