Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stratejîya Berevanîya Amerîka ya 2026an

Wezareta Cengê ya Amerîkayê, Pentagonê, Stratejîya Berevanîya Niştimanî ya 2026an weşand. Ev stratejî çarçoveya giştî ya siyaseta leşkerî û ewlekarî ya Amerîkayê li hember gefên mezin ên cîhanî destnîşan dike.

Belge berevanîya niştimanî ya Amerîkayê wekî erkê serekî destnîşan dike, di heman demê de balê dikişîne ser kontrola Çînê ya li herêma Hindo-Pasîfîk, li dijî bandor û planên rejîma Îranê, li dijî gefên Rûsyayê yên li ser NATOyê û şerê karîger yê li dijî komên terorîst.

Stratejî herwiha tekez dike li ser zêdekirina rola hevalbend û hevkarên Amerîkayê di misogerkirina ewlekarîyê, xurtkirina şiyanên pîşesazî û leşkerî yên navxweyî, û pêşvebirina siyaseta "aştî bi rîya hêzê" wekî bingehek ji bo aramî û berevanîya xwe.

Di beşê girêdayî Îranê ya Stratejîya Berevanîya Amerîkayê ya 2026an de, ku roja Înê hate weşandin, hikûmeta Amerîkayê got ku ewê nehêle Komara Îslamî ya Îranê çekên navokî bi dest bixe, dema ku hewl dide berpirsiyarîya serekî ya ewlekarîya herêmî biguhezîne hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn; Nêzîkatiyek li ser bingeha piştgirîya Îsraîlê û xurtkirina hevkarên Ereb ên Kendavê ku hegemonyaya Îranê li herêmê sînordar dike.

Îran

Stratejîya Berevanîya Niştimanî ya 2026an, di beşê Îranê de, tekez dike ku Serok Trump eşkere kiriye ku divê Komara Îslamî çekên navokî bi dest nexe. Belge operasyona leşkerî ya bi navê "Çakûçê Nîvê Şevê" wekî mînakek ji bo pêkanîna pratîkî ya vê siyasetê nîşan dide û dibêje ku tu hêzeke din ya leşkerî li cîhanê nikarîbû operasyonek bi vî rengê aloz, pîvan û encamên wê pêk bîne. Li gorî belgeyê, operasyon bi tevahî serketî bû û bernameya navokî ya rejîma Îranê hilweşand.

Serok Trump hergav helwestek hişk û bêguman li hember Komara Îslamî standiye. Wî bi berdewamî tekez kiriye, "Divê ew di ti şert û mercan de çekên navokî bi dest nexin!" Ji ber vê yekê, hikûmeta Amerîkayê hergav ev hewldan bi rêya sepandina sizayên berfireh heta pêkanîna siyaseteke "givaştina herî zêde" û di dawîyê de êrîşên leşkerî li ser navendên navokî kiriye.

Di sibeha 22ê Hezîrana 2025an de, Hêza Esmanî ya Amerîkayê bi bombebaranên firokên B-2, bi piştgiriya dehan balafirên din, Operasyona Çaçûkê Nîvê Şevê destpê kir, navendên navokî yên Natanz, Fordo û Isfahanê armanc girtin û wêran kirin.

Li gorî raportê, hêzên Amerîkî di şerê 12 rojan de piştgirîya berevanî ya girîng da Îsraîlê û di bidestxistina serkeftina stratejîk û operasyonel de roleke diyarkirî lîst.

Belge tekez dike ku di encama van pêşketinan de, rejîma Îranê niha di rewşa xwe ya herî qels ya di nav dehsalan de ye, û binesazîya qaşo "enîya berxwedanê" bi giranî qels bûye. Di vê çarçoveyê de, operasyonên Îsraîlê şiyanên Hizbullah û Hemasê bi girîngî lawaz kirine.

Stratejîya Berevanîya Niştimanî behsa Operasyona Rough Rider jî dike, ku ji hêla Serok Trump ve li dijî Hûsiyan li Yemenê hate kirin. Armanca operasyonê qelskirina şiyanên komê û bidawîkirina êrîşên wan ên li ser keştîyên Amerîkayî bû. Li gorî belgeyê, operasyonê di kempeyneke kurt, dijwar û biryarder de azadîya tevgerê ji keştîyên Amerîkayî re vegerand.

Lê Stratejîya Berevanîya Niştimanî herwiha hişyarîyê dike ku, her çend rejîm di demên berê de êş kişandibe jî, nîşanên ku rejîm hewl dide şiyanên xwe yên leşkerî yên kevneşopî ji nû ve ava bike hene. Ew herwiha egera ji nû ve destpêkirina hewldanên Îranê ji bo bidestxistina çekên navokî red nake. Belge hişdarîyê dide ku dibe komên ser bi Îranê ve hewl bidin ku binesazî û karînaa xwe ya windayî ji nû ve ava bikin.

Belge dibêje ku Komara Îslamî berpirsîyara mirina Amerîkîyan e, hewl dide ku Îsraîlê hilweşîne û berdewam dike ku krîzeke herêmî biafirîne. Ev jî hem gefeyê li jiyana hêzên Amerîkayî dikin û hem rê li ber sibererojeke aram a herêmê digirin.

Lêbelê, belge tekez dike ku derfetên nû derketine holê da ku rejîma Îranê were kontrolkirin; Derfetên wekî xurtkirina rola Îsraîlê wekî hevalbendek ku dikare bi piştgiriya sînorkirî lê girîng a Amerîkî xwe biparêze. Ew her weha bi dabînkirina pergalên leşkerî yên Amerîkî û berfirehkirina hevrêziya di navbera wan de şiyanên parastinê yên welatên Erebî yên Kendavê zêde dike.

Rojhilata Navîn

Di beşê Rojhilata Navîn de, Stratejîya Berevanîya Niştimanî ya 2026an, bi balkişandina ser axaftina Serok Trump li Riyadê, armanca Amerîkayê bi destxistina herêmeke aramtir û geştir binav dike. Lê belge tekez dike ku divê gihîştina vê armancê di serî de ji hêla lîstikvanên serekî yên herêmê ve, anku hevalbend û hevkarên xwecihî yên Amerîkayê ve were kirin, û rola Washingtonê ew e ku piştgirîyê bide vê rêyê.

Li gor vê stratejîyê, Wezareta Cengê ya Amerîkayê dê bi zêdekirina şiyanên astengkirin û berevanî yên hevalbendên herêmî li dijî Îran û ajanên wê were erkdarkirin. Ev siyaset piştgirîkirina hewildanên parastina Îsraîlê, kûrkirina hevkarîya ewlehîyê bi welatên Kendava Erebî re, û rêdana nêzîkbûna di navbera Îsraîlê û van dewletan de di çarçoveya Peymanên Îbrahîmî de vedihewîne. Însiyatîvek ku wekî destkefteke dîrokî ya rêvebirîya Trump hatiye pesnandin.

Di heman demê de, Amerîka rijdîyê dike ku ew şiyana girtina tedbîrên biryarder ji bo parastina berjewendiyên xwe diparêze. Stratejîya Berevanîya Niştimanî vê nêzîkatîyê li ser bingeha "aştî bi rîya hêzê" destnîşan dike û dibêje ku xurtkirina şiyanên hevkarên herêmî û zêdekirina hevrêzîya di navbera wan de dikare bingeha aramîya mayînde li Rojhilata Navîn deyne.

Tekez li ser siyaseta "Amerîka Pêşî"

Di têbînîyekê de ji bo berpirsên payebilind ên Wezareta Cengê, fermandarên hêzên şerker û ajansên berevanîyê, Pentagonê got ku serokên berê yên Amerîkayê demeke dirêj berjewendîyên berçav ên Amerîkayê paşguh kirine û heta red jî kirine.

Di encamê de, Serok Trump serokatîya xwe di demekê de destpê kir ku Amerîka li ber krîzeke mezin bû, di têbînîyê de hat gotin.

Pentagon herwiha tekez dike ku Serok Trump ev nêzîkatî guhertiye û bi danîna siyaseta "Amerîka pêşî" artêşek "ji her demê bêtir di dîrokê de bihêztir, kujertir û jêhatîtir" afirandiye.

Ew kaxez stratejîya giştî ya rêvebirîya Trump a "Amerîka Pêşî" û "Aştî bi riya Hêzê" destnîşan dike. Ew tekez dike ku niyeta Amerîkayê nîne bi tena serê xwe destêwerdanê li hemî deverên cîhanê bike yan jî ji bo bêçalaktîya hevalbendên xwe pereyan bide.

Belge dide zanîn ku Amerîka xwe diparêze û piştrast dike ku berjewendîyên wê li Nîvê Rojava yê cîhanê têne parastin. Ew rê li ber Çînê digire ku bi zorê bikeve Hindo-Pasîfîkê ne bi pevçûnê. "Em rijdîyê dikin ku hevalbend û hevkarên me karê xwe bikin û dema ku ew tedbîran bigirin, emê bigihîjin wan," wê got.

Pentagon herwiha planên xwe yên ji bo xurtkirina bingeha leşkerî-pîşesazîyê ya Amerîkî û misogerkirina aştiyê bi rêya hêzê ragihand, ne tenê di dema serokatîya Serok Trump de, lê di heman demê de ji bo çêkirina siberoja hêza Amerîkayî jî.

Pentagon herwiha got ku ewê rêbazeke domdar ji bo têkoşîna li dijî komên terorîst ên Îslamî bigire, û balê bikişîne ser wan kesên ku xwedî şiyan û niyeta êrîşkirina ser axa Amerîkayê ne.

XS
SM
MD
LG