Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Kendava Farisî Huşdariyê Dide Firokên Sivîl


Dîplomatên Amerîkî îro Şemiyê huşdar da ku firokên bazirganî yên di ser kendava Farisî re difrin renge rastî metirsiyan bên, di demekê de ku girjî di navbera Amerîka û Îranê de bilind dibine.

Huşdariya ku dîplomatên Amerîkî daye ew ji aliyê rêveberiya Fedralî ya geştên esmanî ve tê, ku dibêje metirsiya van girjiyan li ser geştên esmanî yên navnetewî heye.

Kompaniya Lloyed a Londonê jî li dor metirsiyên geştên deryayî li herêmê huşdarî da.

Di heman demê de kompaniya niftê ExxonMobil karmendên xwe ji Besra ya Îraqê derxistin, cihê ku qunsulxaneya Amerîkî lê hate girtin.

Ji dema ku Amerîka gemiyên şer şandî herême ve, xemên şerekî di navbera herdû welatan de mezin dibine.

Amerîka dibêje Îran renge plan bike êrîşan li dijî hevalbend û berjewendiyên wê li herêmê pêkbîne.

Tê zanîn serhildêrên Hosî yên Yemenê berpirsiyariya êrîşa dijî bingeheke niftê ya Erebistana Saudî ragihandibû û Erebistana Saudî bi awakî rasterast Îran tawanbarkir û rojnameyeke girêdayî malbata şah bang li Amerîka kir ku hin êrîşan dijî Tehranê pêkbîne.

XS
SM
MD
LG