Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Çavdêrîya Şerê Afganistan û Pakistanê Dike

Amerîka dibêje ew çavdêrîya rewşa li ser sînorê Afganistan û Pakistanê dike piştî pevçûnên di navbera herdu welatan de.

Berdevkekî Wezareta Derve îro Înê ji beşê Afganistanê yê Dengê Amerîka re got ku wezaret derbarê "zêdebûna alozîyên vê dawiyê agahdar e."

Mîsyona Amerîkî li Afganistanê jî di agahdarîyeke ewlekarîyê de hişyarî da ku ev rewş "rîska bilind a mana li Afganistanê an rêwîtîya Afganistanê çêdike."

Di hişyarîyê de behsa êrîşên esmanî yên Pakistanê li ser çend armancên li Kabula paytext, parêzgehên Paktia û Qendeharê hate kirin.

Karbidestên Afgan dibêjin hêzên Talîbanê derengî Pêncşemê êrîşî cihên leşkerî yên Pakistanê kirin wek bersiv hember êrîşên esmanî yên Pakistanê di rojên dawî de.

Pakistanê jî roja Înê bersiv wan êrîşên bi bi êrîşên esmanî da. Wezîrê Berevanîya Pakistanê Xewaca Mihemed Asif li ser medyaya civakî got ku "şerekî vekirî di navbera me de heye."

Hikûmeta Pakistanê roja Înê got ku Serokwezîr Şehbaz Şerîf bi karbidestên leşkerî re civîya û derbarê rewşa ewlekarîyê de agahî ji wan wergirt.Hikûmetê got ku Şerîf tekezî li ser "toleransa sifir ji terorîzmê û kiryarên dijminane yên li dijî Pakistanê" kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li Talîbanê kir ku sozên xwe yên dijî terorê pêk bîne û piştrast bike ku êrîşên terorîstî ji axa Afganistanê neyên kirin.

Herdu welat hevdu tawanbar dikin, li demekê ku Pakistan îdîa dike rejîma Afganistanê mîlîtanên ku êrîşan li Pakistanê pêk tînin vedihewîne. Afganistan jî vê tawanbarîyê red dike.

XS
SM
MD
LG