Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Bandora Talîbanê  Li Ser Komên Tundrew Li Rojhelata Navîn Û Sûriyê


Digel vekêşana hêzên hevpeymanan bi serkêşîya Amerîka ji Afghanistanê, Talîban derfet ji dest neda û hemû şiyanên xwe bikar anîn û Afghanistan kontrol kir. Ev pêşveçûne li afxanistanê rewşa siyasî û ewlehiyê li Rojhelata Navin gohart û bo handerek bo komên tundrew bitaybet li Sûriye.

Gelek aliyên hevramanên Talîban piştevanîya xwe wê anîn ziman û ew wek “Serkeftina Taliban” û cîhadiyên din diyar kirin.

Heyat Tehrir el-Şam
Heyat Tehrir el-Şam

Li Idliba rojavayê Sûriye ku Heyat Tehrir el-Şam wê kontrol dike, herwesa li Xeza şahiyên serkeftinê gêran.

Rewşa nû piştî vekêşana Amerîka ji Afghanixtanê, xewna peydabûna îmaratên Îslami peyda kir, bi taybetî li welatên ne aram yê Asya û Afrîqayê.

Helbet di vê rewşê de Kurd bi taybet li Sûriyê dikevne ber bandora dû cûrên metirsîyan radiwestin, yek ji aliyê xurtbûna komên cîhadîyan, ya din jiber ihtimala vekêşana Amerîka ji Sûriyê û Îraqê.

Erê bi desthelatbûna Talîban li Afghanistanê, çend metirsêyan liser welatên ne aram weko Sûriyê peyda dike?

Aya piştî “Bihara Erebî” niha serdema bihara komên radîkal e û ev dê çi bandorê liser rewşa Kurdan li Sûriye bike?

Bernamê Tîrêj zêdetir liser vê mijarê rawestiya digel mihvanên birêz Siyasetvanê Dêrin Dr. Sa'dedîn Mela herwesa digel Dr. Azad Elî lêkoler û Ekadîmî.

Tirêj #123
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:48 0:00


XS
SM
MD
LG