Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Amerîkî bi Temamî Ji Afganistanê Vedikişin


Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand ku leşkerên Amerîkî yên herî dawî îro bi firokeyan ji Afganistanê derketin. Bi vê yekê dirêjtirîn şerê Amerîkayê yê 20 salî bidawî bû.

General Kenneth McKenzie, fermandarê Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn, di konfranseke rojnamevanî de Duşemê êvarî bi dema Washington got, “ez ji vir bo jiwe re radigihînim ku vekêşana me ji Afganistanê qediya.”

McKenzie herwiha got ku firokeya Amerîkî ya dawî dora demjimêr 12ê yê nîvê şevê bi dema xwecihî ya Afganistanê ji firokxaneya Kabulê derket.

Berdevkekî Talîbanê jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku, “hemû hêzên dagîrker yên biyanî berî çend kêlîkan ji welêt derketin.”

Qesra Spî û Pentagon got ku heta Duşemê jî, bi giştî 116,700 kes ji Afganistanê hatine derxistin ji dema ku Talîbanê berî dora du hefteyan hemû welat kontrol kir.

XS
SM
MD
LG