Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Toleyên Amerîkî yên Ser Du Komên Çekdar yên Opozisyona Sûrî


Xala kontrolê ya li Kefercanê, li Efrînê
Xala kontrolê ya li Kefercanê, li Efrînê

Rêvebirîya Amerîkî vê mehê ceza li ser du mîlîşyayên Sûrî yên girêdayî Tirkîyê û çend rêberên wan danî.

Wezareta Xezîneya Amerîkî her du komên çekdar “Lîwa Sulêman Şah anku El-Emşat” û “Firqeya El-Hemzê anku El-Hemzat” ku her du di nava “Artêşa Netewî” ya opozisyona Sûrîyê de ne, bi gelek sûc û binpêkirinên giran ji mafên mirov re li herêma Efrînê, tawanbar kir.

Piştî ragihandina Amerîka ji van cezayan re, komên çekdar li Efrînê gel bi neçarî derxist xwepêşandanên li dijî biryara Amerîkî, herwiha çavdêrên mafên mirov dîyar dikin ku binpêkirinên van koman berdewam dikin.

Ji alîyê xwe ve, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) herwiha Rêvebirîya Xweser pêşwazî li van cezayan kir û xwest ku dagirkerîya Tirkîyê li Efrînê bidawî bibe, herwiha sûcdar werin darizandin.

Jibo pirtir zanyarî derbarê her du komên çekdar yên cezakirî û binpêkirinên wan li Efrînê, bandora van cezayan û encamên çaverêkirî, herwiha darizandina van koman çiqas pêkan e.

Mijara Rojê van mijaran bi çend mêvanan re gotûbêj dike: Îbrahîm Şêxo, Endamê Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê, Cemal Reşîd, Cîgirê Hevserokatîya Rêvebirîya Xweser ya Herêma Efrîn û Şehbayê, û Husên Naso, parêzer û mafzan.

Jibo guhdarîkirina bernameyê, kerema xwe dosya deng vekin:

NR_Mijara_Rojê_Cezayên Ameriki_Efrin
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:29 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG