Balyozê Amerîkayê li Libnanê Michel Issa îro Sêşemê ku danûstandinên Libnanî-Îsraîlî her du yan sê hefteyan carekê pêk tên û bi awayekî mezin pêş ve diçin û di her gerê de çaresariyeke nû tê pêşkeşkirin.
Di dema seredana xwe ya ji bo navenda patriyarkî ya li Zanîngeha Balamand ê de, bi Patiryarkê Antakyayê û Hemû Rojhilat ê ji bo Romên Ortodoks Yohanna Dehê Yazîcî re civiya, û got: "Ez geşbîn im ku danûstandinên Libnanî-Îsraîlî wê alîkariya çareserkirina rewşa Libnanê û herêmê bikin".
Balyoz Issa got ku "Serokê Amerîkî Donald Trump ji Libnanê hez dike û girîngiyê dide pêkanîna aştiyê li Libnanê. "
Ji alîyeke din berpirsekî di Wezareta Derve ya Amerîkyê eşkere kir ku tê plankirin gera bê ya danûstandinan di navbera Libnan û Îsraîlê de li paytexta Îtalyayê Romayê dîsan di destpêka meha îlonê ya pêş de, bê lidarxistin.
Derbarê astengiyên heyî de, berpirsê Amerîkî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku Hizbullah hewl dide pêvajoyê xerab bike, her wiha hem Îsraîl û hem jî Libnan rastî zextên siyasî yên navxweyî tên, lê belê tenê rûniştina tîman bi hev re, peywendiya wan a rasterast, û pêşkêşkirina bijardeyên cuda ji aliyê wan ve, bi serê xwe guhertinek avaker e.