Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rûdaneka Trênê de li Amerîka 2 Kes Dimrin û 50 Birîndar Dibin


Li wîlayeta Carolina Başûr a Amerîkî îro Yekşemê trêneka Amtrak û yeka barhilgir li hev ketin û di encamê de bi kêmanî 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes birîndar bû, li gor berpirsê polîsê navçeya Lexington ku li ser Twiterê gotibû.

Trêna ku 139 sernişîn û 8 endamên têmê ajotinê li ser pişta wê bûn, ji bajarê New Yorkê diçû bajarê Miami yê wîlayeta Florida, dema ku rastî trêneka barhilgor hat û ji hêla xwe derket, kompaniya Amtrak di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe got.

Wê got:

“Maşîna sereke û her wiha hin fargonên sernişînan ji rê derketin.”

Polîs dibêje hemî sernişîn ji trênê hatin derxistin.

XS
SM
MD
LG