Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê Ser Ewlekarîya Herêmên Erdhejê Hişyarî Da


Balyozxaneya Amerika ya lı Enqerê ser herêmên erdhejê hişyarîya ewlekarîyê da.

Li gor daxuyanîya balyozxaneyê, li herêmên erdhejê hin bûyerên dijî ewlekarîyê rû didin.

Daxuyanî dîyar dike ku bo kesên ji herêmê derdikevin rêkên firok û otobusan vekirî ne û piranîya wan yan belaş in yan jî erzan in.

Balyozxaneyê ji welatîyên Amerîka xwest ku bo agahîyên nû medyayê bişopînin.

Bi berdewamî, balyozxaneyê ji Amerîkîyan xwest ku ji derên qelebalix dûr bikevin û bo pirtir agahî bi balyozxaneyê re peywendîyê çêkin.

XS
SM
MD
LG