Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Komkujîya Ermenîyan ji Alîyê Osmanîyan ve wek Cînosayd Binav Dike


Serokê Amerîka Joe Biden komkujiya ku di serdema Osmanîyan de bi ser Ermenîyan de hatibû wek Cînosayd binav kir.

Îro di salvegera komkujîya Ermenîyan de, serok Biden daxuyanîyek belv kir û tê de ew komkujî bi fermî wek Cînosayd bi nav kir.

Hêjayî gotinê ye ku Encûmena Niwêneran ya Amerîka di 29ê Cotmeha sala 2019an biryarek bo Cînosaydnaskirina komkujîya Ermenîyan pesend kiribû û senato jî di 12ê meha Kanûna wê salê de biryareke wek wê pesend kiribû.

Kongrêsa Amerîka dibêje di navbera salên 1915 û 1923an de 1.5 milyon Ermenî bi destê împeratorîya Osmanî hatine kuştin.

Hersal di 24ê meha Nîsanê de ev komkujîya bi bîr tê û şarezayên dîrokî dibêjin di roja 24ê meha Nîsnana sala 1915an de proseya Cînosydê dest pê kiribû.

XS
SM
MD
LG