Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firotina Çekên Amerîkî bi Welatên Bîyanî Îsal Gihişt 55.6 Milyar Dolaran


Peyvdarek Wezareta Berevanîya Amerîka roja Sêşemê bo Dengê Amerîka piştrast kir ku firoşa alavên serbazî yên Amerîka bi hikûmetên bîyanî, îsal bi qasî 33 ji sedê bilind bûye û gihiştîye 55.6 milyar dolar.

Dibe ku ev bilindbûne beşek li ber sîyaseta Serokê Amerîka Donald Trump be ku dibêje “Tiştên Amerîkî Bikirin.” Rêbazek ku firotina çekên li Amerîka hatine çêkirin bi welatên din hêsantir kirîye, di wextekê de ku qeyran û têçûnên berevanîyê di astê cîhanê de bilind dibin.

Beşek bingehîn ya wê planê hêla sor derbaz dike ku rêkê bide welatan alavên mezintir û kujertir ji kontratçîyên Amerîkî bikirin. Qeyd û mercên li ser firotina alavên serbazî, ji cêtên şerker û firokên bê firokevan bigre heya gemîyên cengê û topan, hatine siviktir kirin.

Karbidestên rêveberîyê dibêjin ew firotin berjewendîyên Amerîka diparêze bi rêka bilindkirina astê şîyana hevalbendên xwe ku baştir berevanîyê ji xwe bikin, û xwe têkelkirina Amerîka jî kêmtir bibe.

Ev rêbaza nû wê bûye sedem ku karbidestên payebilind yên rêveberîyê, serok jî di nav de, nêzî grêbestên kirîna çekan di navbera kontratçîyan û hikûmetên bîyanî de tevbigerin.

XS
SM
MD
LG