Biryar e asmangerên mîsyona Artemis II ya Ajansa Valahîyê ya Amerîkayê (NASA) îro Çarşemê çend taqîkirinan bikin, di demekê ku ew geşta xwe ya vegera erdê berdewam dikin.
NASA dibêje ku çar asmanger dê cilên givaştinê taqî bikin ku ji bo fişar û gera xwînê hatine çêkirin, li demekê ku ew hest bi kişandina erdê dikin.
Herwiha, îro Çarşemê dê taqîkirineke din were kirin, tê de asmanger şiyanên keştîya asmanî Orion test bikin.
Ev yekemîn erk e ku keştîya Orion dike ku mirov jî tê de ne. NASA dixwaze piştrast bike ku ew keştîya asmanî ji bo erkên din yên wekî çûna ser rûyê heyvê ya sala 2028'an amade ye.
Asmangerên Artemis II di destpêka vê hefteyê de bûn yekem kes piştî zêdetirî 50 salan ku bigihêjin dora heyvê.
Biryar e tîma asmangeran roja Înê vegerin erdê.