Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dest bi Pêleke Din a Êrîşên Dijî Îranê û Dorpêça Hormuzê Kir

Iran US Asia Watches
Iran US Asia Watches

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) îro Sêşemê pêleke din a êrîşên dijî Îranê da destpêkirin.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Îro demjimêr 3ê piştî nîvro bi dema rojhilatê Amerîkayê, hêzên Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê dest bi gereke din a êrîşan li dijî Îranê kir da ku şîyanên Îranê yên êrîşkirina keştîyên bazirganî yên ku li Tengava Hormuzê têne bikaranîn, têk bibin.”

“Êrîş di demekê de pêk tên ku hêzên Amerîkî amadekarîyên ji bo nûdestpêkirina dorpêça deryayî ya li dijî bender û deverên peravê yên Îranê dikin,” CENTCOM’ê got.

CENTCOM’ê piştî demjimêrekê di posteke din de li ser platforma X’ê ragihand ku “Hêzên Amerîkî dorpêça deryayî ya li dijî keştîyên ku ber bi bender û deverên peravê yên Îranê ve diçin û tên, nû dest pê kir.”


Wê anî ziman ku “niha zêdetirî 20 keştîyên şer ên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê û bi sedan balafirên leşkerî li seranserê Rojhilata Navîn dixebitin. Hêzên Amerîkî hişyar, kujer û amade ne.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG