Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Amerîka Şeva 13an Êrîşên Dijî Îranê Temam Kir

USS Abraham Lincoln (CVN 72) Flight Operations
USS Abraham Lincoln (CVN 72) Flight Operations

Hêzên Fermandarîya Navendî ya Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan di 23ê Tîrmehê de, demjimêr 9ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê, şeva 13emîn a li pey hev a êrîşan li dijî Îranê bi awayekî serkeftî temam kir.

CENTCOM’ê di daxuyanîyekê de got ku wê “navendên fermandarîya leşkerî yên Îranê, bingehên avêtina dronan, torên ragihandinê, cihên çavdêrîya peravê û şîyanên deryayî kirin armanc, da ku gefên ku Îran li ser deryavanên sivîl û keştîyên bazirganî yên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin, kêm bike.”

“Rêya avî ya navneteweyî ji bo veguhestinê vekirî dimîne tevî êrîşên dawî yên ji alîyê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ve. Keştîyên bazirganî bi piştgirîya leşkerî ya Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê bi awayekî azad di Tengavê de digerin,” CENTCOM’ê got.

Hêzên Amerîkî anî ziman ku “Niha zêdetirî 50,000 endamên xizmeta Amerîkî li seranserê Rojhilata Navîn dixebitin.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG