Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hêzên Xwe ji Bingehekê li Sûrîyê Vedikişîne

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wê vekêşana hêzên Amerîkayê ji bingehê el Tenef ya Sûrîyê îro roja Çarşemê bidawî kir, wekî beşek ji guhertinên li gor mercên Hêza Hevbeş a Yekgirtî (CJTF-OIR).

Fermanderê CENTCOM Brad Cooper îro Pêncşemê got ku “Hêzên Amerîkayê amade ne ku bersiva her gefên Daişê yên li herêmê bidin, ji ber vê yekê em piştgirîyê didin hewldanên bi pêşengîya hevkarên xwe ji bo careke din tora terorîst dernekeve holê."

Cooper herwiha da zanîn ku "Berdewamkirina givaştinê li ser Daişê girîng e ji bo parastina Amerîka û xurtkirina ewlekarîya herêmî."

Di 2ê mehên borî de, hêzên Amerîkayê zêdetirî 100 bingehên Daişê bi 350 êrîşan kirin armanc. Herwiha bêtirî 50 teroristên Daişê girtine.

CENTCOM sala 2014an CJTF-OIR dijî Daişê pêk anî da şîret, alîkarî û şiyanên şerê dijî Daişê xurt bike.

Di Nîsana 2025an de, Wezareta Şer ya Amerîkayê ragihand ku leşkerîya Amerîka dê piştî têkçûna Daişê sala 2019an dest bi prosesa rêxistina bingehên xwe li Sûrîyê bike.

XS
SM
MD
LG