Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hilbijartî Biden Dê Bi Fermî Tîma Xwe ya Keşûhewayê Ragihîne


Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden
Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden

Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden dê îro Şemîyê bi fermî tîma xwe ya keşûhewa û wizeyê pêşkêş bike.

Biden ê Demokrat, bi ragihandina vê tîmê dixwaze sozên xwe yên derbarê rûbirûbûna guhertina keşûhewayê, pîsbûna jîngehê û piştgirîya wizeya kesk pêk bîne.

Bi kontrolkirina piranîyek hindik di encûmena niwêneran de û nediyarbûna rewşa Sînatoyê, renge rêveberîya Biden serkeftinên kêm li kongrêsê qezenc bike.

Cîgirê serokê berê yê Amerîka, dê berferehîyê bêhtir aşkere bike li dor plana keşûhewayê dema ew bi fermî endamên tîmê li wîlayeta xwe Delaware ragihîne.

Tîma ku grûpên jîngehê bi berferehî pesna wê didin ji bo şarezayî û hevrengîya wê, ew ji 6 endaman pêk tê.

Biden soz daye ku germbûna cîhanê bike xema xwe ya sereke. Gaza karbonê li Amerîka heta sala 2050î jinav bibe û di zûtirîn dem de careke din Amerîka tevlî rêkeftina Parîs ya keşûhewayê bike.

XS
SM
MD
LG