Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hilbijartî Joe Biden Dibêje Demokrasî Biser Ket


Serokê Hilbijartî yê Amerîka Joe Biden
Serokê Hilbijartî yê Amerîka Joe Biden

Serokê Hilbijartî yê Amerîka Joe Biden roja Duşemê ji Amerîkîyan re got ku “demokrasî biser ket” piştî hilbijêrên seranserî welêt dengên xwe dan û serkeftina wî ya hilbijartinên serokayetîyê piştrast kir.

Biden got ku prinsîbên hukumranîyê hatin “dehifdan û têstkirin", "gef xwarin” lê têk neçû.

Di axaftinekê de, ji bajarê xwe Wilmington ê wîlayeta Delaware, Biden hewl da ku rê bide pêş Amerîkîyan, da girjîyên helmeta hilbijartinan û redkirina serok Donald trump a pejirandina şikestinê, derbas bikin.

“Eger kesekî berê nizanibû, em niha dizanin. Tiştê ku di kûranîya dilên Amerîkîyan de lêdide ew demokrasî ye,” Biden got.” Mafê ku dengê te bê bihîstin. Ku dengdana te bê hejmartin. Ku tu karibe serkirdeyên vî welatî hilbijêre. Ku em hukumranîya xwe bikin.”

Piştî wergirtina 81 milyon deng, ku di dîroka Amerîkayê de tomara herî bilind e, Biden hewl dide zexmekê ava bike, di demkê de ku xwe amade dike ji bo wergirtina serokayetîyê roja 20ê meha Çile.

Proseya radestkirina desthilatê hinekî tevlîhev bûye, ji ber ku Trump red dike encaman bipejirîne û li şûna wê, bi dû dozên yasayî yên bê bingeh ket. Ew doz jî ji aliyê dozgerên seranserî alîyên siyasî ve hatin redkirin, di nav de jî dadwerên Dadgeha Bilind.

Tevî ku kiryarên Trump gef dan ser pîvanên bingehîn ên demokrasîyê, di nav de jî radestkirina aştîyane ya desthilatê, argumenta Biden ew e ku sîstema hukumranîya Amerîka hîn saxlem e.

“Li Amerîka siyasetmedar desthilatê nabin_ xelk wê dide wan,” Biden got. “pertewa demokrasîyê ji demeke zû ve li vî welatî ronî daye. Û em niha zanin ku tiştek- ne pandemîyek- yan binpêkirineke desthilatê- nikarin wê pertewê vemirîne.”

Wî her wiha soz da ku “serokê hemî Amerîkîyan be” û got ew dê kar bike ji bo yên ku dengên xwe nedane wî, wek yên ku dengê xwe dan, bê ciyawazî.”

Herçendî, demên pêş dê karîgerîya nameya Biden a yekbûnê diyar bikin, piranîya komarîyan berdewam in di piştgirîya Trump û îdîayên wî yên sextekarîya hilbijartinan de. Heta piştî wergirtina Biden ji desthilatê re jî, ne diyar e ku dê Biden meha hingivîn a ku caran kandîdên serkeftî werdigirtin, wergire.

XS
SM
MD
LG