Karbidestên bilind yên navneteweyî serdana Amerîkayê dikin da ku beşdarîyê di civîna yekem a Desteya Aştîyê de bikin, ya ku Serok Donald Trump meha borî damezrandin.
Berî civîna roja Pêncşemê li Enstituya Aştîyê ya Donald J. Trump li Washington, Îsraîl, Misir û Tirkîyê got ku ew berpirsên bilind dişînin da nûnertîya wan bikin.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar, Serokwezîrê Misirê Mistefa Madbouly û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan dê beşdar bibin.
Trump, ku serokê Desteya Aştîyê ye, li ser platforma X'ê diyar kir ku ev her sê welat, ligel 27 welatên din, endamên desteyê ne.
Wezareta Derve ya Koreya Başûr ji medyaya navxweyî re got ku balyozê berê yê Koreya li Misirê Kim Yong Hyun jî dê wekî çavdêr beşdarî civîna roja Pêncşemê bibe.
Di ragihandineke roja Yekşemê de, ku ser tora civakî ya Truth Social belav bû, Serok Trump got, ku endamên Desteya Aştîyê dê civîna Pêncşemê bikar bînin da ku sozên xwe yên berhevkirina zêdetir bêtirî 5 milyar dolaran bo alîkarîyên mirovahî û ji nû ve avakirina Xezeyê pêk bînin.
Kerta Xeze ji ber şerê du salan wêran bûye. Ew şer di encama êrîşeke grûpa terorîst Hemasê de sala 2023an dijî Îsraîlê derketibû.
Agirbesteke bi navbeynkarîya Amerîka di Cotmeha borî de, şerê du salan rawestand û Hemas di rewşeke lawaz de hişt.
Trump Desteya Aştîyê di merasîmeke 22ê Çile de li Davosa Swîsreyê, wekî beşek ji plana xwe ya ku di Îlona borî de hatibû pêşniyarkirin, ji bo anîna aştîyê bo Xezeyê damezrand. Wî got ku ev sazî dê hewl bide ku aştîyê bîne bo şerên din ên seranserê cîhanê.
Trump got ku di civîna roja Pêncşemê de endamên Desteya Aştîyê dê bi hezaran serbazan amade bikin da Hêza Aramkirina Navneteweyî bo rahênana polîsê Filîstînî ji bo ewlekarîya Xezeyê.
Wî got, “Pir girîng e ku Hemas pêgirîya xwe bicih bîne û dest ji çekan berde."