Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton: Divê Îran Aqilmendiya Amerîka wek Lawazî Nehesibîne


John Bolton
John Bolton

Rawêjkarî ewlekariya niştimanî yê Amerîka John Bolton îro Yekşemê got divê Îran aqilmendiya Amerîka wek lawazî nehesibîne, piştî Amerîka ji nişkave biryar da ku bersiva leşkerî nede li dor xistina firokeke bê firokvan a Amerîkî ji aliyê Îranê ve.

Peyama tund a Bolton diyar e ne tenê ji bo Tehranê ye, lê ew her wiha ji bo hevalbendên Amerîka ye ku Koşka Sipî hîn jî pêgir e bi danîna fişarê ser Îranê.

Îsraîl û hin welatên Ereb ên Kendavê Îranê wek gefeke mezin dibînin û vegera Trump ji biryara êrîşkirina Îranê diyar e li nik wan hin pirsiyar derxistine pêş li dor amadebûna Amerîka ya bikaranîna hêzê li dijî Komara Îslamî.

Serok Donald Trump dibêje ew ji biyara xwe vegeriya ji ber ku wê di êrîşê de 150 kes hatibana kuştin, lê Bolton dupatkir ku Amerîka mafê xwe yê bersivdanê parastiye bo demeke din.

Wî her wiha got wê hin cezayên din roja Duşemê li dijî Îranê bêne ragihandin.

XS
SM
MD
LG