Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Bo Xwepêşandaneke Li Pêş Kongrêsa Amerîka Polîs Di Huşdarîyeke Ewlekarîyê De Ne


Bo sedan efserên polîs îro Şemîyê di amadebaşiyê de ne li dor kongrêsa Amerîkî li Waşintona paytex, di demekê de ku alîgirên sedan kesên roja 6ê meha Çile êrîşê avahiya Kongrês kiribûn, dê xwepêşandanekê li wir li dar bixin.

Sûreke hesinî ya reş bi bilindiya 2.44 metir, ku şeş mehan li dor avahiya spî hatibû gerandin, dîsa hate danîn, 100 nobedarên niştimanî di amadebaşiyê de ne û berpirsên ewlekarîyê vekolînên zêdetir li ser rêwîyên ku digihin firokxaneya Waşintonê dikine ji bo rêgirtina li her tundûtûjîyekê.

Rêkxerên xwepêşandana bi vanêb ”Dadmendî ji bo 6ê Çile” dibêjin ew pêşbîniya xwepêşandaneke aştîyane dikin, lê serokê polîsê avahiya Kongrêsê roja Înê ji peyamnêran re gotibû ku gefên tundûtûjiyê hene û dê polîs kar bike ji bo rêgirtina li her pevçûnekê di navbera alîgirên Trump û dijberan de.

Bîhtirî 600 kes hatine tawanbarkirin bi beşdarîya di tundûtûjiya roja 6ê Çile de, piştî axaftina Trump ya ku tê de idîaa kiribû ku sextekarî di hilbijartinan de bûne.

Li gor belgeyên dadgehê, ta niha 50 kes lê mukur hatine ku ew beşdarî tundûtûjîyê bûne û 9 kes ji wan lê mukur hatine ku gunehkarî kirine. Piraniya kesên tawanbarkirî hatine azadkirin û li benda dadgehkirinê ne. ji wan 75 kes hîn girtî ne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG