Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Amerîkî de 4 Bazirganên Madeyên Hişber Hatine Kuştin

Artêşa Amerîka do Çarşemê ragihand ku di êrîşeke asmanî de ser keştiyekê ku dibêje ji alîyê rêxistinên terorîst ve dihat bikaranîn, “çar terorîstên madeyên hişber” hatine kuştin.

Fermandarîya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM) di daxuyanîyekê de ragihand, "Îstîxbaratê piştrast kir ku keştî li ser rêyên bazirganîya madeyên hişber li deryaya Karîbî derbas dibû û mijûlî qaçaxîya madeyên hişber de bû."

Ev êrîşa asmanî ya sêyemîn e vê mehê ku ji alîyê SOUTHCOM ve tê kirin. Di 8'ê Adarê de, artêşa Amerîkayê got ku di êrîşekê de li ser keştîyeke bazirganîya madeyên hişber, şeş terorîst hatine kuştin. Di êrîşa duyemîn, ku di 19'ê Adarê de bû, sê bazirgan ji êrîşê rizgar bûn.

Ew heerdu operasyonên pêşî di nav Deryaya Rojhilata Pasîfîkê de pêk hatin.

Her ji dema ku Serok Donald Trump par destûr dayê, leşkerîya Amerîkayê bi dehan êrîşên asmanî dijî keştîyên veguhestina madeyên hişber kirine.

Di heman demê de, nobedarên deryayî yên Amerîka û zêza deryayî ya Ekwadorê ragihand ku wan roja Sêşemê dest danîn ser 592 kîlogramên kokayînê di operasyoneke hevbeş de li nav avên navneteweyî.

XS
SM
MD
LG