Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Nûçeya Ketina Firokeke Amerîkî li Îranê Ne Rast e

Firoka F15E
Firoka F15E

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku nûçeya ketina firokeke Amerîkayî li Îranê ne rast e.

CENTCOM îro Pêncşemê li ser platforma X'ê got: "Dengoyên ku li ser medya civakî belav dibin derbarê ketina firokeke Amerîkî ya F-15E Çarşemê zû li Îranê bêbingeh û ne rast in."

Nûçeya sexte ya ketina firoka F-15E li ser hinek platformên medyaya civakî hate belavkirin, tê de hatibû gotin ku firoka şerker li dema pêkanîna erkekî li başûrê rojavaê Îranê ketibû.

Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve, gelek nûçeyên sexte derbarê şer belav dibin. CENTCOM bi awayekî berdewam û demûdest wan nûçeyan derew derdixîne.

XS
SM
MD
LG