Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Sêşemê ragihand ku leşkerên Amerîkayê cîbicîkirina girtina Tengava Hormuzê birêve dibin.
CENTCOM'ê li ser platforma X’ê got, “Zêdetirî 10,000 deryavan, Marines û firokvanên Amerîkî ligel bêhtirî deh keştîyên şer û bi dehan balafiran erka astengkirina keştîyên ku dikevin û ji benderên Îranê derdikevin, pêk tînin.”
Wê anî ziman ku “Di 24 demjimêrên pêşîn de, ti keştî ji dorpêça Amerîkî derbas nebûn û 6 keştîyên bazirganî pîvanên hêzên Amerîkî bicîh anîn ku vegerin û dîsa bikevin bendereke Îranî li Kendava Omanê.”
“Girtin bi awayekî bêalî li dijî keştîyên hemû welatan ên ku dikevin an ji bender û deverên beravê yên Îranî derdikevin, di nav de jî hemû benderên Îranî li Kendava Erebî û Kendava Omanê, tê sepandin,” CENTCOM'ê got.
Artêşa Amerîkî dupat kir ku hêzên Amerîkî “piştgirîya azadîya keştîvanîyê ji bo keştîyên ku di Tengava Hormuzê re derbasî benderên ne Îranî dibin û ji wan derdikevin, dikin.”