Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Dibêje Dorpêça Deryayî Dijî Rejîma Îranê Didome

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ew careke din tekezîyê li ser berdewamîya dorpêça deryayî ya li dijî rejîma Îranê dike.

CENTCOM'ê îro Şemîyê li ser platforma X’ê got, keştîya USS Canberra (LCS 30) li dema dorpêça deryayî ya Îranê li Deryaya Erebî çalakîyan dike.

Di vê peyamê de, ku wêneyekî keştiyê pê re ye, CENTCOM ragihand, “Hêzên Amerîka her ji dema dorpêç li dijî keştîyên ku dikevin bender û deverên beravên Îranê an jî ji wan derdikevin pêk anîye."

CENTCOM di posteke din de li ser platforma X’ê wêneyên helîkopterên H-64 Apache yên li Tengava Hormuzê li dema encamdana erkên xwe belav kirin.

Di peyama xwe de, CENTCOM got, “Leşkerên Amerîka di nav tengav û derdora wê de difirin û amade ne ku piştgirîyê bidin azadîya keştîvanîyê.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Înê got ku tevî agirbesta ligel Îranê, hêzên Amerîkayê dê dorpêça benderên Îranê her bidomînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG