Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku îdîayên hêzên Pasdarên Îranî derbarê ji karxistina keştîya firokhilgir a USS Abraham Lincoln (CVN 72) derew in.
CENTCOM di postekê de ser platforma X'ê got ku "Hêzên Pasdarên Îranê ne tenê derewan dikin, lê dîsa heman derewan dubare û belav dikin."
CENTCOM herwiha got: "Ji bo ku zelal be: Keştîya firokhilgir a USS Abraham Lincoln berdewam e li ser kontrolkirina asmanê Îranê ji deryayê.”
Rejîma Îranê di 7'ê Adarê de jî nûçeyên derewîn li dor armanckirina keştîya firokhilgir a Lincoln bi dron û mûşekan kiribû û wê çaxê jî CENTCOM ew yek bi derew derxistibû.
Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve li 28'ê Sibatê, rejîma Îranê gelek nûçeyên sexte derbarê hêzên Amerîkayê belav dike. CENTCOM bi awayekî berdewam û demûdest wan nûçeyan derew derdixîne.