Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Di 48 Demjimêrên Borî de Ti Keştî ji Hêzên Amerîkî Derbas Nebûne

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku di 48 demjimrên borî de ti keştî dorpêça Amerîkî binpê nekirine.

CENTCOM'ê li sert platforman X’ê got, “Di 48 demjimêrên pêşîn ên dorpêça Amerîkayê de li ser keştîyên ku dikevin û ji benderên Îranê derdikevin, ti keştî ji hêzên Amerîkî derbas nebûne.”

Wê got, “Herwiha, 9 keştîyan pêgirî bi fermanên hêzên Amerîkî kirin ku bizivirin û ber bi benderek an deverek beravê ya Îranê ve vegerin.”

Fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper demekê berê îro ragihandibû ku "Dorpêça benderên Îranê bi tevahî hatiye bicîhkirin û hêzên Amerîkî serdestîya xwe ya deryayî li Rojhilata Navîn diparêzin."

Ev dorpêça deryayî dibe di demekê de ku hin raport dibêjin ku di du hefteyên bê de dê zêdetirî 10 hezar leşkerên din ên Amerîkî li Rojhilata Navîn werin bicihkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG