Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku ji destpêka cîbicîkirina dorpêça deryayî ya dijî rejîma Îranê ve, hêzên Amerîkî 67 keştîyên bazirganî vegerandine.
CENTCOM'ê li ser platforma X'ê got: "Heta îro, hêzên Amerîkayê 67 keştîyên bazirganî vegerandine û rê dane derbasbûna 15 keştîyên ku alîkarîya mirovî tê de bûn. Herwiha 4 keştîyên din têk dan ji bo piştrastkirina biryara dorpêçkirinê."
Berî çar hefteyan, CENTCOM'ê dest bi sepandina dorpêçê li dijî keştîyên ku diçin ya ji benderên Îranê tên kir.