Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Roja Heftemîn Êrîşî Îranê Kir

Iran US Asia Watches
Iran US Asia Watches

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Înê ragihand ku wê dest bi pêleke din a êrîşên dijî Îranê kiriye.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “îro demjimêr 3ê piştî nîvro bi dema rojhilatê Amerîkayê, ji bo şeva heftemîn li pey hev dîsa gereke êrîşan li dijî Îranê da destpêkirin.”

Wê anî ziman ku ev êrîş bi fermana Fermandarê Giştî hatine kirin û armanca wan ew e jinavbirina şîyanên leşkerî yên Îranê.

CENTCOM’ê her wiha ragihand ku “Hêzên Amerîkî hişyar dimînin di demekê de ku Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê dorpêça deryayî ya li dijî Îranê bi tundî bicîh tîne.”

“Di sê rojên pêşîn ên bicihanîna dorpêçê de, hêzên Amerîkî berê 4 keştîyên bazirganî guherand, keştîyeke ku pabend nebû têk bir, û rabûn ser pişta keştîyeke din, da ku bi tevahî pabendbûna bi dorpêça deryayî ya Amerîkî ya li dijî Îranê piştrast bikin,” CENTCOM'ê got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG