Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro ragihand ku wê dest bi êrîşên dijî Îranê kiriye.
CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Hêzên Amerîkî îro demjimêr 8'ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê dest bi êrîşên li dijî Îranê kir.”
Wê anî ziman ku “Ev êrîş bersiveke bihêz e ji bo êrîşên Îranê yên doh li ser hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn.”
CENTCOM’ê di daxuyanîyeke din de berî çend demijêran ragihand ku ew dorpêça Amerîkî ya li dijî Îranê bi tundî bicîh tînin.
“Ji 29ê Tîrmehê ve, CENTCOM'ê berê 20 keştîyên bazirganî guherandiye, 2 ji wan ji kar xistine û rabûye ser pişta 2yên din,” daxuyanîyê got.
Serokê Amerîkayê Donald Trump demekê berê îro Çarşemê gotibû ku Amerîka dê êrîşên "bihêz" bibe ser Îranê, wek bersivek ji bo wan êrîşên şeva borî ku li dijî bingehên Amerîkayê yên li Urdunê pêk hatin.