Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amerîka Veguhestina Girtîyên Daiş ji Sûrîyê bo Îraqê Bidawî Dike

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên Amerîkayî erkê veguhestina girtîyên Daişê ji Sûrîyê bo Îraqê qedandine.

CENTCOM îro Înê got ku prosesa veguhestinê 23 rojan dirêj kir, tê de hêzên Amerîkayî bi awayekî serkeftî 5,700 çekdarên Daişê ji girtîgehên bakur û rojhilatê Sûrîyê birine bo Îraqê.

"Hemû Tîma Hevbeş karekî baş kir di erkê dijwar de hem li ser erdê û hem li ezmên, ligel baldaneke baş, pîşesazî û hevkarîya ligel hevparên herêmî," Brad Cooper, fermandarê CENTCOM'ê, di daxuyanîyekê de got.

"Em spasîya rêbertî û pêzanîna Îraqê dikin ku veguhestina girtîyan ji bo ewlekarîya herêmî girîng e," Cooper diyar kir.

Piştî derketina şer û pevçûnan li bakur û rojhilatê Sûrîyê di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên Artêşa Erebî ya Sûrîyê, Amerîka di 21'ê Çilê de dest bi prosesa veguhestina girtîyên Daişê ji Sûrîyê bo Îraqê kir. piranîya wan girtîyan di girtîgehên jêr kontrola HSD de bûn.

Li dema ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê kamp û girtîgehên wekî Hol û yên din kontrol dikin, HSD hîn jî çend girtîgehên Daişê kontrol dikin.

XS
SM
MD
LG