Fermandarîya Navendî ya Amrîkayê (CENTCOM) ragihand ku wê pêla nehemîn a êrîşên dijî Îranê bi dawî kir.
CENTCOM’ê di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got ku wê, nehemîn şeva êrîşên li dijî Îranê, 19ê Tîrmehê, demjimêr10ê şevê bi serkeftî temam kir.”
Li gor daxuyanîyê, CENTCOM’ê navendên fermandarîya leşkerî ya Îranê, cihên berevanîya esmanî û çavdêrîya peravê, şîyanên deryayî, cihên avêtina mûşek û dronan, û torên ragihandinê kirin armanc da ku şîyana Îranê ya êrîşkirina li ser keştîyên bazirganî û deryavanên sivîl ên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin, têk bibe.
“Artêşa Amerîkayê Îranê li gorî fermandarîya Fermandarê Giştî muhasebe dike. Hêzên CENTCOM’ê pir hişyar, baldar, û di amadebaşîya leşkerî de ne,” Daxuyanîyê got.