Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) îro Yekşemê ragihand ku wê dest bi pêleke din êrîşan li dijî Îranê kiriye.
CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Îro demjimêr 7ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê hêzên Amerîkî dest bi pêleke nû êrîşan li dijî Îranê kir. Ev şeva nehan e li pey hev .”
“Êrîş dê berdewam bin ji bo têkbirina şîyanên leşkerî yên Îranê yên ku ji bo êrîşkirina keştîyên bazirganî û deryavanên sivîl ên ku di Tengava Hormuzê re derbas dibin têne, bikaranîn,” CENTCOM’ê got.
Îranê di çend rojên dawî de êrîşên dron û mûşekan birine ser Herêma Kurdistanê, Urdun û welatên Kendavê.
Hêzên Amerîkî demekê berê îro Yekşemê ragihand ku leşkerekî Amerîkî li Herêma Kurdistanê di encama êrîşeke dronan a Îranê de hatiye kuştin.