Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Geştên Taybet bo Derxistina Welatîyên Xwe ji Rojhilata Navîn Zêde Bike

Wezîrê Derve Marco Rubio serdana Navenda Operasyonan li Wezareta Derve ya Amerîkayê dike, 4'ê Adarê, 2026.
Wezîrê Derve Marco Rubio serdana Navenda Operasyonan li Wezareta Derve ya Amerîkayê dike, 4'ê Adarê, 2026.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje ku yekemîn geşta taybet bo derxistina Amerîkîyan ji Rojhilata Navîn roja Çarşemê pêk hat.

Wezaretê ragihand ku ev geşt ji alîyê hikûmeta Amerîkayê ve hate rêxistin û soz da ku bêtir geşt di rojên pêş de pêk werin ji bo alîkarîya derxistina welatîyên Amerîkayî ji Rojhilata Navîn li vê dema ku şer li herêmê berdewam dike.

Koşka Sipî got ku ev geştên esmanî bê pere ji alîyê hikûmeta Amerîkayê ve tê pêşkêşkirin.

Tommy Pigott, cîgirê berdevkê Wezareta Derve got ku wezaretê bi awayekî rasterast alîkarîya 7,300 welatîyên Amerîkayî bi rêdanên seferê û bijarên derketinê kiriye.

Pigott roja Çarşemê ji televizyona Fox News re got: "Em rehet nabin heta ku her Amerîkayekî ku dixwaze vegere malê karibe wê yekê bike."

Ji 28'ê Sibatê ve dema ku operasyonên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê destpê kirin, bêtirî 17,500 welatîyên Amerîkayî vegerîyane Amerîkayê, li gor Wezareta Derve. Ji wan welatîyan, bêtirî 8,500 kes roja Sêşemê vegerîyan.

Hikûmeta Amerîka hişdarîya ewlekarî ya Asta 4, ku ya herî bilind e, ji bo pênc welatan li deverê derxistiye: Îran, Îraq, Sûrîye, Libnan û Yemenê. Ji bo welatên Urdun, Oman, Erebistana Siûdî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jî hişdarîya ewlekarî ya Asta 3 derxistiye.

Wezareta Derve got ku welatîyên Amerîkayî li Mîrgehên Yekbûyî, Qeter, Erebistana Siûdî û Îsraîlê, ewên dixwazin geştên taybet yên hikûmetê yan jî bijarên çûnûhatina bejarî bikar bînin, divê vê formê tijî bikin yan jî bi rêya vê hejmarê: +1-202-501-4444 peywendîyê ligel wezaretê bikin.

XS
SM
MD
LG