Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Çîn li ser Pirsên Îran û Bazirganîyê Lihev Dikin

Koşka Sipî ragihand ku Serok Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li ser wê yekê li hev kir ku divê Îran qet nebe xwedî çekên navokî û divê rê neyê dayîn ku ti welat an alîyek bacê li ser derbasbûnê di rêyên avî yên navneteweyî de bisepîne.

Li gor daxuyanîyeke Koşka Sipî derbarê serdana fermî ya Xi Jinping bo Washingtonê, Trump û serokê Çînî gotûbêj li ser mijarên ku peywendî bi cîhanê ve heye, di nav de Rûsya, Koreya Bakur û Îran, kirin.

Daxuyanîyê diyar kir “Wan li ser wê yekê li hev kir ku Îran qet nikare bibe xwedî çekên navokî û rê neyê dayîn ku ti welat an alîyek bacê li ser rêyên avî yên navneteweyî ferz bike.”

Çînê jî îro Şemîyê ragihand ku Beijing ligel Washingtonê li ser 8 xalan lihev kirin, di nav de kêmkirina hevbeş a bacên gumrikê bi bihayê 30 milyar dolaran û destpêkirina diyalogê li ser Hişberîya Çêkirî (AI).

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent Çarşemê gotibû ku ev rêkeftin piştî biryareke berê ya herdu aborîyên herî mezin yên cîhanê hatibû ku ew biryar li 10'ê Mijdarê bi dawî dibû.

Bessent diyar kir ku rêkeftina herdu alîyan dê bibe derfet bû peymaneke bazirganîya berfirehtir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG