Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Idîayên Talîbanê Li Dor Weberhênana Çînê li Afghanistanê Red Dike


Berpirsên Amerîka û şîrovekarên serbixwe roja înê bi guman li idîayên Talîbanê yên ku Çîn amadeye bi milyaran dolar weberhanênê li Afghanistanê bike, temaşe kir.

Peyvdara Koşka Spî Jen Psaki nîşan bi wê yekê da ku xema Amerîka bêhtir alîkariya xelkê Afghanistanê ye, di demekê de ku aboriya wî welatî hildiweşe, ne rûbirûbûneka siberojê ya belavbûna hejmûniya Çînê li Afghanistanê ye.

Psaki di bersiva pirsiyareke Dengê Amerîka de got:

“Em balê didin ser karkirina li gel piraniya civaka navnetewî ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Afganî da em piştrast bikin ku pêwîstiyên wan gihîştine wan.”

Di hevpeyvînekê de li Kabulê demekê berê vê hefteyê, peyvdarê Talîbanê Zabihullah Mujahid got desthilatdarên nû yên Afghanistanê soz dane ku silametiya karkerên Çînî piştrast bikin û li beramber wê yekê Çîn dê bi milyaran dolar weberhênanê li Afghanistanê bike.

Mujahid ji Dengê Amerîka re got:

“Ew dixwazin weberhênanê di hin kertan de li Afghanistanê bikin û dixwazin guftûgoyan li dor berferhiyan bikin.”

Di demekê de ku Talîban soz dide aştiyê vegerîne, Bêjîn û her aliyekî ku renge weberhênanê li Afghanistanê bikin, dê pêwîstî bi seqamgiriyeka siyasî ya bêhtir û jîngeheke ewletir û aramtir hebin.

XS
SM
MD
LG