Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Milley: Çîn Bûye Metirsîyeke Mezintir bo Amerîka û Hevalbendên Wê


Gen. Mark Milley ligel karbidestên leşkerî yên Îndonesyayê. 24'ê Tîrmeh, 2022.
Gen. Mark Milley ligel karbidestên leşkerî yên Îndonesyayê. 24'ê Tîrmeh, 2022.

Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî Mark Milley îro Yekşemê got ku artêşa Çînê di pênc salên dawî de bi awayekî berçav metirsîdartir bûye.

General Milley ev axaftin di dema serdanekê de bo Îndonesyayê kir. Wî da zanîn ku hejmara rûbirûbûnên firoke û keştîyên şer yên Çînî hember Amerîka û hevalbendên wê li herêma Pasîfîk di van salan de zêde bûye, û bi heman rêjeyê jî hejmara peywendîyên ne ewle bilind bûye.

Milley got ku peyam ew e ku artêşa Çînê li asman û li nav deryayê bi awayekî berçav li vê herêmê bêtir metirsîdar bûye.

Vê dawîyê, generalê Amerîkî daxwaz ji karmendên xwe kiribû ku hemû hûrgilîyên van bûyerên di navbera Çîn û Amerîka û hevalbendên wê li herêmê kom bikin.

Daxuyanîyên Milley di demekê de tên ku Amerîka hewildanên xwe zêde dike jibo bihêzkirina peywendîyên xwe ligel welatên herêma Pasîfîk wekî bersingîyekê hember Çînê. Beijing hewil dide ku hebûn û bandora xwe li herêmê berfireh bike.

Rêvebirîya Serok Joe Biden Çîn wekî metirsîyekê binav dike û wî welatî wekî astengîyeke ewlekarîya demdirêj ya Amerîka dide nasîn.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG