Li gor ajansa nûçeyan Reutersê, şandeyeke senatorên Amerîkayê, ku niha li Pekînê ye, daxwaza aramî û hevkarîya aştîyane di navbera Amerîka û Çînê de kir.
Ev banga wan hefteyek berîya civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping hat.
Serok Trump di 14 û 15ê Gulanê de dê here paytexta Çînê û li wir bi Serok Jinping re bicive.
Senatorê Komarî Steve Daines, serokê şandeya herdu partîyên Demokrat û Komarî, roja Pêncşemê di destpêka civîna bi Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi re got "Ez ji dil bawer dikim ku em dixwazin pirsgirêkan kêm bikin, ne ku têkilîyan qut bikin. Em aramî û rûmeta li hemberî hev dixwazin."
Daines got ku ew hêvî dike civîna serokan bibe sedema kirîna firokên Boeing, tevî ku wî hişyarî da ku herdu welat rûbirûyê pirsgirêkên bazirganîyê dibin.
Wî herwiha got "Nêzîkî neh sal in ku li Çînê ti firokên Boeing nehatine kirîn."
Çînê hêj behsa serdana Trump nekirîye. Çînê dibêje ku herdu alî ji bo vê geştê bi hev re dipeyîvin.
Piştî peymana bazirganî ya li Koreya Başûr ku Cotmeha borî hatibû kirin, têkilîyên navbera Amerîka û Çînê niha aram in.
Wang ji Daines re got ku her çend pirsgirêk di navbera wan de hebin jî, divê Çîn û Amerîka bibin dost, ne dijmin. Wî bang li Amerîkayê kir ku bi rastî li Çînê binihêre û karên xwe bi rêyeke rast bike.
Li gor daxuyanîya wezareta wî, Wang herwiha got "Hêvî heye ku Amerîka bi rastî rûmeta tiştên girîng ji bo Çînê bigire, pirsgirêkan çareser bike û herdu welat bi hev re karên baş û qenc ji bo berjewendîya herdu welatan û cîhanê bikin."
Li gor Reutersê, Serokwezîrê Çînê Li Qiang di civîneke cuda ya bi şandeya Amerîkayê re li Pekînê got ku Çîn amade ye ji bo xurtkirina peywendî û hevkarîya bi Amerîkayê re di gelek beşan de, û dixwaze karên hevpar bêtir geş bike.
Li gor Televîzyona Dewletê ya Çînê (CCTV), Li ji Daines re got ku têkilîyeke aborî û bazirganî ya aram û zelal di berjewendîya herdu welatan de ye. Lê wî hişyarî jî da ku mijara Taywanê "hêla sor a yekem e di têkilîyên Çîn û Amerîkayê de ku nabe jê derbas bibin."
Mijara Taywanê dê bibe karê herî giring ji bo civîna serokan ku vê mehê çêdibe. Ev rewş cuda ye ji civîna par ku li Koreya Başûr çêbûbû.
Çîn dibêje ku Taywan axa wê ye, lê hikumeta Taywanê vê yekê qebûl nake. Çîn her gav dibêje ku mijara Taywanê karê herî hesas û giring e di têkilîyên wan û Amerîkayê de.