Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio bi Hevtayê Xwe yê Çînî re Civiya

ASEAN Foreign Ministers' Meeting
ASEAN Foreign Ministers' Meeting

Îro roja Çarşemê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û hevtayê xwe yê Çînî Wang Yi, li civînên koma ASEANê li Manêlayê civiyan.

Di rûniştinê de mijara sereke amadekarîyên serdana plankirî ya Serokê Çînê Xi Jinping ji bo Washingtonê di meha Îlonê de bû.

Li gor ajansa Reuters herdu wezîran nîgeranîya xwe li ser şerê Îranê û girjî ya li Deryaya Başûrê Çînê anîn ziman.

Rubio got ku wî bi Wezîrê Derve yê Çînê Wang re axaftineke berfireh kir, derbarê pêdivîya amadekirina bingeha serdaneke “pir erênî” ya Serokê Çînê Xi Jinping bo Amerîkayê.

Wî got armanca sereke ew e ku nakokîyên mezin di navbera herdu welatan de bêne rêvebirin û nehêlin ku berfireh bibin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG