Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Wê Amerîka Bacên Gumrigê li ser Çînê Bilindtir Bike


Serokê Amerîka Donald Trump çavlirêye ku fişarê bide ser Çînê da axaftinên rêkeftina bazirganî bilez bike û dibêje ku wê ji roja Înê ve bacên bêhtir li ser kelûpelên Çînê yên derbasî Amerîka dibin, bisepîne.

Trump îro Yekşemê di twîtekê de got:

“ Ev bû 10 meh in, Çîn bacên xwe dide bi rêjeya 25 ji sedî li ser amîrên teknolojî ku bi nirxa 50 milyar dolar in û bi rêjeya 10 ji sedî li ser kelûpelan. Van bacan rolek di encamên geşepêdana abûrî de lîst.”

Wî got 10 ji sedî wê roja Înê bibe 25 ji sedî.

Çînê ti riyaksyonên rasterast li dor ragihandina Trump nîşan nedan.

Waşinton û Beijîng, bû salake, di rikberiyeke danîna bacên gumrigê de ne li ser kelûpelên hevdu, di demekê de ku guftûgo dibin ji bo gihiştina rêkeftineke dirêj û berdewam di navbera herdû aliyan de.

Herdû welatên mezin ên abûrî li cîhanê dibêjin pêşketin di proseya gotûbêjan de dibine.

XS
SM
MD
LG