Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Welatiyên Xwe Yên Li Afghanistanê Ji Gefên Ewlekariyê Huşdar Dike


Amerîka Huşdarî da welatiyên xwe yên li Afghanistanê ku neçin firokxaneya Kabulê ji ber gefên pêşbîn yên ewlekariyê.

Şîreta balyozxaneyeka Amerîka ya îro Şemiyê tê di demekê de ku bi hezaran Amerîkî hewl didine ku ji Afghanistanê birevin.

Balyozxaneyê gotiye ku”bi sedema gefên pêşbîn yên ewlekariya li derveyî dergehên firokxaneya Kabulê, em welatiyên Amerîkî şîret dikin ku niha neçin firokxaneyê û ji dergehên firokxaneyê dûr bikevin.

Wê got tenê kesên ku niwênerên hikûmeta Amerîka bi awayekî kesayetî pêwendî bi wan re kirine û ji wan xwestine ku herin firokxaneyê, ew dikarin herin.

Bi hezaran Amerîkî û Afghaniyên ku li gel Amerîkiyan kar kiribûn hîn li Afghansitanê dopêçkirî mane û hewla derketinê dikine piştî kontrolkirina wî welatê ji alîyê Talîbanê ve û Amerîka ta dawîyê vê mehê heye ku wan kesan hemî ji Afghanistanê der bixe.

Serokê Amerîka Joe Biden soz daye ku berî vekişîna temam ya hêzan ji Afghanistanê ewê her welatiyekî/a Amerîkî ji wî welatê der bixin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG