Raporteke hikûmeta Amerîkî dibêje bandora guhertina keş û hewayê, di nav de jî bahoz, hişkbûn û agirên daristanan li Amerîka xerabtir dibe.
Raport bi alîkariya bêhtirî dwazde ajans û dezgehên hikûmeta Amerîkî hatiye nivîsandin û li dijî daxuyanî û siyasetên serokê Amerîka Donald Trump e.
Raporta ku li ser daxwaza kongresê hatibû amadekirin, doh Înê hat belavkirin.
Koşka Sipî piştre ew red kir û wek raporteke ne durust binav kir, li gor raporteka ajansa Rueters.
Peyvdara Koşka Sipî Lindsay Walters ji Rueters re got raportê bi berferehî pala xwe daye ser sînaryoya herî xerab, ku dibêje wê teknolojî sînordar be û jimara xelkê bi awakî lezgîn zêde bibe.
Nirxandina Niştimanî ya Hewayê di bêhtirî 1,000 rûpelên xwe de, huşdariya karesatên bihêztir da wek encama germbûna hewayê.