Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Nêzîkbûna Dema Dayîna Qerzan Re, Waşinton Bêdeng e


Gotûbêjkarên Koşka Spî û komariyên Kongrêsê li ser bilindkirina sînorê deynê 31.4 trîlyon dolarî roja Şemiyê bêdeng bûn piştî ku civînên roja Înê têk çûn û serok Joe Biden li Japonê got ew bawer dike ku ew dikarin xwe ji derngmayîna dayîna deynan dûr bixin.

Civîna duyemîn derengî Înê bidawî bû bêyî ku ti pêşkeftinek ji hêla her du aliyan ve hatî destnîşan kirin û bi danûstandinan re got ku ew ne bawer in kengê dê civînên nû pêk werin. Ji 1ê Hezîranê re kêmtirî du hefte mane, dema ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîka hişyarî da ku hikûmeta federal nikaribe hemî deynên xwe bide. Ew ê bibe sedema pêşkeftinek ku dikare di bazarên darayî de bibe sedema bêserûberiyê û rêjeyên faîzê bilind bike.

Biden li Japonê derengî roja Înê bi dema Waşintonê got ku ew hîn jî bawer dike ku dikarin vê mijarê çareser bikin.

Biden li Hîroşîmayê, ku beşdarî civîneke serokên Koma Heft welatên dewlemend dibe, ji rojnamevanan re got, "Ez hîn jî bawer dikim ku em ê karibin xwe ji derngmayîna dayîna deynan dûr bixin."

Biden dilxweş bû, tevî ku Koşka Spî qebûl kir ku "cudahiyên cidî" bi Komariyên ku Encûmena Nûneran kontrol dikin re, mane.

Serokê Encûmena Nûneran Kevin McCarthy got ku pêdivî ye pêşkeftinek bibe li ser guheztina "rêya" xerckirina hukûmeta Amerîkî û zêdebûna bi lez ya deynan.

Komarî hewl didin ku kêmkirinên tund di xerckirinan de bibin li beramber bilindkirina bane qerzan, gaveke ku bi berdewamî pêwîst e ji bo lêçûnan û kêmkirina bacê ya ku berê ji hêla qanûndaneran ve hatîye pejirandin.

Komarî bi ciyawaziyeke hindik encûmenê kontrol dikin, di demekê de ku Demokratên Biden xwedan piraniyek hindik a Senatoyê ne, ev yek zehmet dike ku lihevkirineke her du odeyan derbas bike, bibe.

Demokrat hewil didin ku lêçûnên di astên îsal de domdar bihêlin, di demekê de ku Komarî dixwazin vegerin asta 2022an. Planek ku meha borî ji hêla encûmenê ve hatî pejirandin dê sala bê pareke berfireh a lêçûnên hukûmetê ji sedî 8 kêm bike.

Demokrat dibêjin ev yek dê herî kêm 22% lêçûnên bernameyên wekî perwerde û cîbicîkirina yaseyê kêm bike, jimareyek ku Komariyan red nekiriye.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG