Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rapirsî: Amerîkî Dibêjin Demokrasî Niha Baş Kar Nake


Li gorî rapirsiyeke Navenda Associated Press-NORC ji bo Lêkolînên Karûbarên Giştî, 49% ji Amerîkiyan dibêjin demokrasî niha li Amerîkayê baş kar nake.

Tenê 10% dibêjin demokrasî pir baş dixebite, lê 40% dibêjin ku ew hinekî baş dixebite.

Herdu partiyên siyasî yên sereke yên Amerîka jî li ser awayê ku çawa her yek prensîbên demokratîk diparêze, rêjeyên nizm wergirtin.

Ji sedî 47an got ku Demokrat bi prensîbên demokratîk karekî xirab dikin, di heman demê de 56% ji kesên beşdarî rapirsiyê bûne dibêjin komarî dikarin karekî baştir bikin.

Associated Press dibêje rapirsî nîşan dide ku "biyanîbûnek siyasî ya berbelav heye di demekê de ku welatê dabeşbûyî ji pandemiyê derdikeve û metirsiya helawsanê û daketina aborî lê heye."

Rapirsî di 22-26ê Hezîranê de hatiye kirin.

XS
SM
MD
LG