Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Rê li Ber Keştî û Torên Fînansekirina Terorê yên Îranê Digire

Cîgirê Berdevkê Wezaretê Tommy Pigott ragihand ku Amerîka dixwaze dahata rejîma Îranê kêm bike, di demekê de ku Îran rêya Tengava Hormuzê asteng dike.

Di daxuyanîyekê de roja Çarşemê, Pigott got ku Amerîka cezayan danîne ser toreke mezin a qaçaxçîtîya petrolê ya Mihemed Hisên Şemxanî, kurê karbidestê payebilind ê Îranê Elî Şemxanî ku vê dawîyê di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hate kuştin.

Herwiha, tora petrol û zêr a ku fînansa Hizbullah û Hêza Pasdarên Şoreşa Îslamî Quds dike hat cezakirin.

“Dema ku gelê Îranê di nav hejarîyê de dijî, rejîma Îranê malbata Şemxanî û dewlemendên din hîn dewlemendtir dike. Ew rejîm pereyê miletê Îranê dide Hizbullah û komên din ên çekdar. Ev biryarên me yên nû nîşan didin ku Amerîka wê givaştinê li ser Îranê û alîgirên wê hîn zêdetir bike,” Pigott got.

Karbidestê Amerîkî herwiha diyar kir ku “Rejîma Îranê hîn jî pereyan dide komên terorîst û hewl dide xwe ji cezayan veşêre. Emê van torên wan eşkere bikin û çalakîyên wan têk bibin.”

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Belgeya Serokatîyê ya Ewlekarîya Neteweyî ya Duyem derxist, Amerîka ceza danîn ser zêdetirî 1,000 kes, keştî û firokên girêdayî rejîma Îranê.

"Emê di hewildanên xwe de sist nebin heta ku em hemû çavkanîyên ku Îran û komên wê ji bo terorê bikar tînin, têk bibin," cîgirê berdevkê Wezareta Derve got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG